Leşkerên Tirk 4 welatiyên Sûriyê birîndar kirin!

Leşkerên Tirk 4 welatiyên Sûriyê birîndar kirin!

12:27:47

 

Rojava News: Leşkerên Tirk îro hin welatiyên ji bajarê Dêra Zorê li ser sînorêSerêkaniyê û Bakurê Kurdistanê gulebaran kirin 4 welatî birîndar bûn.

Dema ku hin welatiyên ji Dêra Zorê  xwestin di reya gundê Xirbit Diwêb ê 60 km li rojavayê bajarê Serêkaniye ye derbasî Bakurê Kurdistanê bibin, ji aliye leşkerên tirkiyê ve hatin gulebarankirin û di encamde de 4 welatî birîndar bûn.

Birîndarên ku rewşa wan giranbûn ji bo nexweşxaneya Qamişlo hatin veguheztin.