13:16:12
Rojava News: Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê ragihand, Pêşmerge di bin fermana fermandehiya giştî ya hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê de ye, her wiha niya Pêşmerge nîne ti cihekî zeft bike tenê diparêze.
Wezareta Pêşmerge di daxuyaniya xwe de bersiva daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê da, ku gotibû “ya baş ew e ku Pêşmerge û hemû hêzên ku li Iraqê şer dikin, bikevin bin fermana artêşa Iraqê”.
Di daxuyaniya Wezareta Pêşmerge de hatiye gotin ku Pêşmerge di bin fermana fermandehiya giştî ya hêzên Pêşmerge de ye. Jixwe Pêşmerge beşek ji sîstema parastina Iraqê ye. Her çiqas hikûmeta Iraqê di warê perwerdekirin û rahênanê û dabînkirina çek û pêdiviyên serbazî de alîkariya Pêşmerge nekiriye.
Wezaret Pêşmerge her wiha ragihandiye, tevahiya gelên Kurdistanê şanazî bi rola hêzên Pêşmerge, çi di dema borî de çi jî di şerê terorîstên DAIŞê de dikin. Pêşmerge nîşanî hemû cîhanê da ku tekane hêz e ku dikare şerê DAIŞê bike. Lê Pêşmerge niyeta zeftkirina ti cihekî nîne tenê wan deran ji êrişên terorîstan diparêze û ev yek dê heta nemana metirsiya terorê jî bidome.
Di dûmahîka daxuyaniyê de hatiye gotin ku Pêşmerge her dem amadehiya xwe bo hevkariya ligel rayedarên artêşa Iraqê nîşan daye û di piratîkê de jî ev îsbat kiriye. Em spasiya hêzên hevpeymaniya navdewletî dikin ku alîkariya Pêşmerge kiriye û em bi wê jî şanaziyê dikin ku peywendiyên me yên baş bi hêzên hevpeyman re heye di şerê terorîstan û bicîhanîna pilana azadkirina Mûsilê de.
