Barzanî: Pêşmergeyên qehreman efsaneya DAIŞê şikandine!

Barzanî: Pêşmergeyên qehreman efsaneya DAIŞê şikandine!

01:22:15

 

Rojava News: Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê operasyona rizgarkirina Mûsilê de daxuyaniyek belav kir û diyar kir, “şerê terorîstên DAIŞê rojeva sereke ya Herêma Kurdistanê ye û pêşmergeyan.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê li hember nûçe û agahiyên di medyayê de tên belavkirin radigihîne ku rizgarkirina bajarê Mûsilê ji bo Herêma Kurdistanê, Iraqê, herêmê û cîhanê pir giring e.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku ji bilî aliyê leşkerî, divê encamên mirovî û siyasî yên operasyonê li ser Herêma Kurdistanê û Iraqê jî li ber çav bên girtin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê dike ku Hêzên Pêşmerge ev du sal in şerê DAIŞê dike û dibêje:

“Ev du sal in pêşmergeyên qehreman erkê xwe bicîh anîne û efsaneya DAIŞê şikînandine.”

Di daxuyaniyê de tekez li wê yekê têkirin ku pêvajoya piştî azadkirina Mûsilê jî ji bo Herêma Kurdistanê, pêkhate û xelkê parêzgeha Nînowa giring e û wiha tê gotin:

“Ji bo careke din karesatên li ser pêkhate û baweriyên cuda de hatine dubare nebin, pêwîste garantiyê bidin pêkhateyên Nînowayê û xelkê Mûsilê û herwiha divê di navbera aliyan de rêkeftinek siyasî hebe.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê weke xala çarem jî destnîşan dike ku rola Hêzên Pêşmerge di operasyona Mûsilê de li gorî rêkeftina di navbera Herêma Kurdistanê, hêzên hevpeymanan û hikûmeta Iraqê de dibe.