23:26:40
Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî êrişa xwekujî ya li Dîlokê ku di nav daweteke Kurdan de pêkhat û di encamê de 50 kesan jiyana xwe ji dest dan, şermezar kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê teqîna li bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê de daxuyaniyek weşand.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ji ber êrişa xwekujî ya Dîlokê ku di encamê de 50 kesan jiyana xwe ji dest dan û herî kêm 94 kes jî birîndar bûn, peyama sersaxiyê da malbatên qurbaniyan.
Di peyama Serokatiya Herêma Kurdistanê wiha hat gotin:
“Mixabin şeva 20ê Tebax a 2016an li navçeya Şahîniye ya li Dîlok a Bakurê Kurdistanê, di encama êrîşa xwekujekî terorîst bo ser merasîmeke civakî ya xelkê, hejmarek zêde hemwelatiyan şehîd û birîndar bûn, ji bilî ragihandina hevxemî û serxweşiyên xwe ji bo kesûkarên şehîdan, hêviya başbûnê ji bo birîndaran dixwazîn û gelek bi tundî wê kirdara nemirovane şermezar dikîn.”
Di berdewamiya daxuyaniyê wiha hat ragihandin: “ Em tekezî li ser wê yekê jî dikin, ku teror û hizra tundrewiyê gefek ciddî ye li ser hemû aliyan û li dijî jiyan û asûdeyiya welatiyên e. Her ji ber wê yekê jî, ji bo rûbirûbûna terorê karê hevbeşê welatan û ciddiyeta hemû civaka navdewletî pêwîst e.”
