Parlamentoya Ewropaye: "Divê civaka navneteweyî serxwebûna Kurdistanê binase"

Parlamentoya Ewropaye: "Divê civaka navneteweyî serxwebûna Kurdistanê binase"

00:08:45

 

Rojava News: Parlamenterê ewropî Charles Tannock di daxuyaniya xwe de ragihand ku mafê gelê kurd e ku biryara çarenivîsa xwe bide.

Berpirsê siyaseta derve ya koma muhafazakaran li Parlamentoya Ewropayê Charles Tannock li ser hisabê xwe ye medya civakî Twitterê de bersiva Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê da û got: "Mafê gelê kurd e ku li ser çarenivîsa xwe biryar bide. Pêwîste piştî referandûmê jî civaka navdewletî serxwebûna wan nas bike."

Tannock beriya niha jî ragihandibû ku dostên bi hêz ên kurdan di Yekîtiya Ewropayê de hene û ew bixwe jî dostê kurdan e. Charles Tannock brîtanî ye û di salên 2004 û 2007ê de Cigirê Serokê Komîsyona Mafê Mirovan li Parlamena Ewropayê bû.

Ev daxuyaniyên Tannock di demekê de ye ku Navenda Aştî û Ewlekariya Mirovahiyê ya Zanîngeha Amerîkaye ya li Kurdistanê, li 4 parêzgehan rapirsek pêkanîbû û ji sedî 82.3yê beşdaran deng dabûne serxwebûna Kurdistanê.