Amerîka bo YPGê: li bakurê Sûriyê tevgerên zêdetir neke û hewla girtina Cerablusê nede!

Amerîka bo YPGê: li bakurê Sûriyê tevgerên zêdetir neke û hewla girtina Cerablusê nede!

01:30:52

 

Rojava News: Amerîka daxwaz ji YPGê kir, li bakurê Sûriyê tevgerên zêdetir neke û hewla girtina Cerablusê nede.

Rojnameya The Wall Street Journal a Amerîkayê di raporteke derbarê tevgerên leşkerî yên Tirkiyê li Sûriyê de, ji zarê berpirsekî pilebilind ê Amerîkayê ve belav kiriye, ku Amerîkayê ji Yekîneyên Parastina Gel (YPG) re ragihandiye: “Nabe ji wê zêdetir tevgerê bikin û eger hûn hewla kontrolkirina Cerablusê jî bidin, hevpeymanî piştgiriya we nake.”

Li gorî heman çavkaniyê, Amerîka piştgiriya operasyona leşkerî ya Tirkiyê li Cerablusê dike û bi wê yekê rê li berfirehbûna desthilata YPGê li deverên digire.

Herwiha di wê raportê de hatiye, ku Washingtonê ji Enqerê re jî ragihandiye: “Em naxwazin bi ti awayî pevçûn di navbera Tirkiyê û Kurdên Sûriyê de biqewime.”

Rojnameya Wall Street Journal ji zarê berpirsê îdareya Amerîkayê ve herwiha daye xuyakirin, ku Washington agahdarî operasyona Tirkiyê ye û li ser 2 astan alîkariya Enqerê kiriye.

Li gorî wê rojnameyê, Amerîka di asta şêwir û çawaniya tevgera hêzan de û herwiha di asta îstixbarat û komkirina zanyariyan pêwîst bo operasyonê alîkarî daye Tirkiyê.

Heman çavkanî dide zanîn, her bi mebetsa alîkariya Tirkiyê, Amerîkayê firokeyên bê pilot ji Navenda Esmaniya Incirlîkê bi kar aniye.

Sibeha çarşemî di saetên destpêka yên zû de Artêşa Tirkiyê operasyonek li ser sînorê xwe yê bi Sûriyê e bi navê “Mertala Firatê” dest pê kir. Armanca wê operasyonê girtina bajarê Cerablusê ye, ku niha di bin kontrola çekdarên DAIŞê de ye.

Rayedarê amerêkî herwiha ji rojnameyê re gotiye, Amerîka di operasyonên de ti firokeyeke şer bo alîkariya Artêşa Tirkiyê bi kar nebiriye.

Ew helwesya Amerîka tenê piştî hefteyekê tê, ku li ser şerê li bajarê Hesekê yê di navbera YPGê û hêzên Sûriyê de, hişyarî da Artêşa Sûriyê ku nabe firokeyên şer bo êrişkirina ser şervanan bi kar bîne.