10:24:27
Rojava News Hat zanîn ku komek şervanên YPGê ji nav refên YPGê derketine û tevlî pêşmergeyên Rojava yên li Başûr bûne.
Çend roj berê li bajarê Hesekê yê Kurdistana Rojava şerekî giran di navbera hêzên YPG û rêjîma Sûriyê de derketibû. Di wî şerî de gelek sivîl hatibûn kuştin. Roja 22 vê mehê şer xilas bû û di navbera her du aliyan de agirbest hat kirin.
Televîzyona K24 ragihand, piştî şerî Hesekê komek şervanên YPGê wek nerazîbûn li hember siyaseta YPG/PYDê derbasî aliyê Başûr (Rebîe) bûne û tevlî pêşmergeyên Rojava bûne. Li gorî agahiyan, ew koma şervanan ji 4 xortan û keçekê pêk hatiye.
Yek ji wan şervanan derheqê sebeba cihêbûna xwe ji YPGê got, çi îşê me bi bajarê ereban heye. Piştî Cerablusê digotin dora Reqayê ye, operasyona Dêra Zorê heye…Li Rojava ala SOTORO (hêzên mesîhî) heye, ala rêjîmê heye ala Senadîd heye, ma bila ala Pêşmerge jî hebe…Ji ber van tiştan min dev ji wan berda û ez hatim Başûr û tevlî Pêşmerge bûm…
