li Urmiyê bi sedema avê 15 kes birîndar bûne

li Urmiyê bi sedema avê 15 kes birîndar bûne

Rojava News: Li Delo Derbend a navçeya Dol a bajarê Urmiyê ya Rojhelatê Kurdistan`ê di navbera hêzên leşkerî ên rejîma Îranê û hemwelatiyên sivîl de şer û pevçûn çêbû û 15 kes birîndar bûn.

Hêzên leşkerî ên rejîma Îslamiya Îranê, beriya niha bi çend rojan xwestine ava vexwarina gundê Delo Derbend veguhezin cihekî din, lê xelkê gund pêşî li vê yekê giritine ku di encamê de şer û pevçûn ku di encam de 7 jin û mêr birîndar kirin ku piştî vê yekê şer di navbera gundiyan û hêzên rejîmê de derket holê û 7 kes ji hêzên leşkerî ên dewletê birîndar bûne piştî wê yekê hêzên rejîmê bi Gaza firmêskrêj êrîşî gel kirin û girse belav kirin. 

Li gor hatiye zanîn;  di çend salên dawiyê de, ava vexwarina bajarê Urmiyê kêm bûye û rejîma Îslamiya Îranê dixwaze bi riya veguhestina avê bi destê zorê (ji cihê ku hinek av jê heye) vê kêmasiyê çereser bike.