12:30:17
Rojava News: Operasyona ‘Mertalê Feratê' ya ji hêla artêşa tirk ve hatiye destpêkirin di roja duyemîn de berdewam dike ku duh sibê li Sûriyê hatibû destpêkirin.
Operasyona ‘Mertalê Feratê' ya li hemberî Cerablusê duh destpikiribû ku çekdarên Artêşa Azad a Sûriyê (AAS) bi piştevaniya hezên tirk ve ketibûn bajêr. Piştî nîvro ev hêz gihiştibûn Cerablusê û li gorî daxuyaniya wan bajar xistibûn bin kontrola xwe.
Di berdewamiya operasyonê de saetên 09.30ê sibê 10 tangên din ji Karkamişê çûn nava xaka Sûriyê.
Şahidekî bûyerê ji Reutersê re axivî û got ku herî kêm 9 tang çûne Sûriyê. Rayedarekî payebilind jî ji Reutersê re diyar kir ku niha li Sûriyê zêdetirî 20 tangên wan hene û wiha got: "Dem bi dem hin tang bi şûn ve tên û hin tang diçin şûna wan. Vê sibê jî hin tang û wesayitên kar ji bo hêla operasyonê hatin şandin.
Heke ku pêdivî çêbibe wê hinek tang û wesayitên kar ên din jî dem bi dem bên şandin." Heman rayedarî diyar kir ku dibe barkêşên personel ên bizirx li hêla Sûriyê jî bên bikar anîn.
