DAIŞê bi zarokên çekdar 5 dîlên Kurd şehîd kirin

DAIŞê bi zarokên çekdar 5 dîlên Kurd şehîd kirin

Rojava News: Rêxistina DAIŞê bi rêya 5 zarokên çekdar ên ser bi wê rêxistinê ve 5 êxsîrên Kurd şehîd kirin.

Roja înê dohî rêxistina DAIŞê vîdyoyek belav kir, ku li gorî vê vîdyoyê 5 Kurd ji aliyê çekdarên zarok ên girêdayî wê rêxistinê ve tên şehîdkirin.

Di vîdyoyê de tê xuyakirin, ku 5 zarokên çekdar ên DAIŞê bi demançeyê gulle di serê her 5 êxsîrên Kurd de diteqînin û wan şehîd dikin.

DAIŞê di vîdyoya belavkirî de daye xuyakirin, ku ew 5 zarok her yek ji neteweyek cuda ye û li gorî zanyariyên di vîdyoyê de, yek ji zarokên bikuj, bi esil Kurd e.

Di vîdyoyê de amaje bi wê yekê jî hatiye kirin, ku her 5 dîl Kurd in û li bajarê Reqa yê Sûriyê ku weke paytexta DAIŞê tê naskirin, hatine şehîdkirin.

DAIŞê amaje bi nasnameya wan kurdên şehîdkirî nekiriye, herwiha ti zanyarî belav nekiriye, ku ew kengê û li kuderê wek dîl ketine destê çekdarên wê rêxistinê.

DAIŞê pêştir jî çend vîdyoyên şehîdkirina Pêşmergeyan û şervanên Rojavayê Kurdistanê belav kiribû.