Barzanî: Divê ji bo Mûsilê planek zelal hebe

Barzanî: Divê ji bo Mûsilê planek zelal hebe

13:20:10

 

Rojava News: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand ku ji bo OperasyonaMûsilê dê di demek nêzîk de berpirsên leşkerî yên Hewlêr û Bexdayê bicivin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, roja înê (26.08.2016) li bajarê Hewlêrê pêşwazya sanatorê partiya Komarî ya wîlayeta Teksasê John Corniyn  û şanda pê re kir.

Li gorî daxuyaniya malpera fermî ya hikûmetê, di hevdîtinê de Corniy mêrxasî û serkeftinên pêşmerge yên li dijî DAIŞê bilind nirxand.

Corniy bi navê gel û hikûmeta Amerîkayê spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku pêşwazî li hejmareke zêde ya koçber û penaberan kiriye.

Senatorê Amerîkî behsa operasyona azadkirina bajarê Mûsilê jî kir û bi pêwîstî zanî ku di navbera Hewlêr, Bexda û hevpeymanan de hevkarî û hemahengiyeke baş hebe.

John Corniyn  diyar kir ku divê bi awayî dilgraniya xelkê Mûsilê û aliyên Sunne nemîne û mafê hemû aliyan parastî be.  

Senatorê wîlayeta Teksasê got ku di dema operasiyona azadkirina Mûsilê de tê çaverêkirin ku gelek kes koçber bibin û ber bi Herêma Kurdistanê ve bên. Lewra pêwîste, di vî warî de, civaka navdewletî zêdetir alîkariya Herêma Kurdistanê bike.

Nêçîrvan Barzanî jî daxuyand ku Herêma Kurdistanê herdem alîkariya mexdûran kiriye û dike jî lê îmkanên Herêma Kurdistanê bi sînor in, lewma jî divê civaka navdewletî û bi taybetî Amerîka alîkariya Herêma Kurdistanê bike.

Serokwezîr derbarê pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê de jî diyar kir ku Herêma Kurdistanê amadeye bi rêya diyalog û danûstandinan pirsgirêkên bi Bexdayê re çareser bike.

Barzanî  eşkere kir ku ji bo zêdetir hemahengiyê, di demek nêzîk de dê di demek nêzîk de civînên leşkerî di navbera her du aliyan de dest pê bikin.

 

Serokwezîr Barzanî got ku gelek giringe di warê siyasî, ewlehî, civakî, avadankirin û mirovî de ji bo Mûsilê planeke zelal hebe.

 

Serowkezîr got, “Pêşmergeyê Kurdistanê li derdora Mûsilê serketinên mezin bi dest xistine û ji bo azadkirina bajêr û deverên jêr destê terorîstên DAÎŞê gelek eniyên nû vekirine.”