Cerablûs: Li Ser tank a Tirkiyê êrîş hate kirin!

Cerablûs: Li Ser tank a Tirkiyê êrîş hate kirin!

00:09:00

 

Rojava News: Li başûrê bajarê Cerablûsê bi roketan êrişê tankên Tirkiyê kirin û di encamê de leşkerek hat kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn.

Li gor zaniyariyan li Cerablûsê bi roketan êrişî tankên Tirkiyê hat kirin û 2 roket li tankê ketine  û  di encama êrişê de leşkerek hatiye kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne.

Leşkerên birîndar ji herêmê bi ambulnasan veguhestine Nexwşxaneya Dewletê ya Dîlokê.

Herwiha li gorî ragihandina nêzîk Yekîneyên Parastina Gel 2 tankên Artêşa Tirk ji aliyê Encûmena Leşkerî ya Cerablûsê ve hatine têkbirin.

Îro hatibû ragihandin Artêşa Tirkiyê bi 20 tankên ku li bajarê Cerablusê bicih kiriye, gundên li başûrê bajêr û gundê El-Emarnê topbaran dike.