Rojava News: Çekdarên DAIŞê dixwazin rêya Mûsil–Sûriye kontrol bikin, di demên borî de jî 11 êrîş li ser Pêşmergeyan pêkanîne.
Berpirsê eniya Şingalê dibêje ku, DAIŞ bi hemû hêza xwe dixwaze guvaşê bixe ser Şingalê da bihêle Pêşmerge vekêşin “Lê hemû hewlên wê rastî şikestinê hatine.”
Berpirsê eniya Şingalê general Behram Arif Qadir fi daxuyaniyekê de bo BasNewsê ragihand ku ”Duh, 11ê Çile, demjimê 4ê piştî nîvro DAIŞê êrîşeke berfereh li ser Şingalê encamda, lê bi tundî bersiva wê êrîşê hat dayîn.”
Behram Arif Qadir amaje kir ku, di wî şerî de rmîrekî mezin ê DAIŞê bi navê Ebû Miheme Mûsa Lîbî hat kuştin û termê wî jî di dest Hêzên Pêşmerge de ye.”
Derbarê armanca çekdarên DAIŞê ji pêkanîna wê êrîşê de, Qadir da zanîn ku, çekdaran dixwestin ku rêya Mûsil–Sûriyê kontrol bikin “Ji ber ku ew rêyeke stratejîk e bo wan çi aliyê çek ve yan ji aliyê firotina petrolê.”
Berpirsê eniya Şingalê ragihand jî ku zanyarî di dest wan de hebûn ku DAIŞê çekdarên çîçanî û lîbî anîne Şingalê, ji ber ku dê demên borî de 11 êrîş encamdan, lê di ti êrîşekê de jî serkeftî nebûn.
Bi gating wî berpirsê Pêşmerge, rêxitisna DAIŞê hemû hêza xwe li Şingal û Guwêrê kom kirine, da ku guvaşê bixe ser her du eniyan.
