00:33:07
Rojava News: Hêzên Artêşa tirk îro ji deriyê Mursîtpinarê yê navbera Rojava û Tirkiyarê ve derbasî axa Kobanî bûn û li hember deriyê sînor dest bi kolana xendekan kirin.
Hate ragihandin ku hêzên Artêşa tirk bi 3 tankan sînorê Kobanî derbas kirine û li ser sînor xendek kolandin.
Li ser vê yekê bi sedan welatiyên Kobanî ji bo helwesta dewleta tirk şermezar bikin berê xwe dan herêma nêzî deriyê sînor û li wê derê xwepêşandanek lidarxistin.
Xelkê bajarê Kobanî bi diruşmeyên "Bijî berxwedana Kobanî" leşkerên Artêşa tirk protesto kirin.
