Li sînorê Rojava herêmek tampon tê avakirin!

Li sînorê Rojava herêmek tampon tê avakirin!

00:41:07

 

Rojava News: Şeredarê bajarê Kilisê Hasan Kara derbarê geşedanên li Sûriyayê axivî û got: ‘Li gorî agahiyên ku me bidestxist di rojên beriya me de DAIŞê bi tevahî ji herêmê tê paqijkirin û li vir herêmêk tamponek bê avakirin û pirsgireka meya moşekan jî dê bidawî bibe.'

Hasan Kara di civîna Şewirmendê Meclîsa Bajêr ya AKPê ya li Eywana Mala Mamosteyan hate lidarxistin axivî û wiha pê de çû: "Vî pêvajoyê wê yekê dan nîşanê me Tirkiya li herêmê welatek mezine, welatek giran û pêşenge. Me beriya operasyonê welatên Amerîka û Rûsyayê haydar kir û piştre em ketin Cerablûsê.

Li gorî zanyariyên ku me bidestxistiye di rojên beriya me de DAIŞ dê bi tevahî bê paqijkirin dê li vir herêmêk tamponek fiîlî bê avakirin û pirsgireka meya moşekan jî dê bidawî bibe. Lê ev yek nayê wateya pirsgireka meya navxweyî tê çareserkirin."