Li başûrê Cerablusê şer giran dibe

Li başûrê Cerablusê şer giran dibe

21:37:16

 

Rojava News: Li başûrê navçeya Cerablusê li bakurê Helebê, şerekî giran di navbera şervanên Encumena Leşkerî ya Cerablusê û çekdarên Artêşa Azad a Sûriyê û Artêşa Tirkiyê de derketiye.

Medyayên nêzîkî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihandine, ku şerê navbera her du aliyan li gundên Qerex, Mexar, Debis û Emarne yên li rex Çemê Firatê berdewam e.

Li gorî çavkaniyên nêzîkî HSDê, Artêşa Tirkiyê bi rêya dehan tank û wesayitên zirhpoş piştgiriyê dide komên çekdar ên ser bi Artêşa Azad a Sûriyê ve û wan gundan bi giranî topbaran dike.

Ji aliyekê din ve Ajansa Andolu ya Tirkiyê ragihand, ku di pevçûnên îro yên li başûrê Cerablusê de Artêşa Azad a Sûriyê 8 gund kontrol kirine.

Li gorî wê ajansê, çekdarên Artêşa Azad a Sûriyê gundên Emarne, Eyn Beyda, Debis,Baleban, Xirbit, Qerx, Maxar, Cubel Kus û Balveren xistine bi kontrola xwe.

Herwiha bi piştevaniya Artêşa Tirkiyê derdora 2 hezar û 400 çekdarên komên girêdayî Artêşa Azad a Sûriyê, ku piraniya wan çekdarên Tirkmen in, derbasî sînorê Cerablusê bûn û ew bajar bêyî ti şer û pevçûnên giran kontrol kirin.

Heta niha firokeyên şer û herwiha topxaneya Artêşa Tirkiyê çend caran çeper û navendên Hêzê Sûriya Demokratîk û Encumena Leşkerî ya Cerablusê kirine armanca êrişên xwe û li çend cihan jî pevçûn di navbera şervanên Encumena Leşkeriya Cerablusê û çekdarên Artêşa Azad a Sûriyê de derketiye.

HSD û YPG û ragihandine, ku armanca Tirkiyê ji operasyonê lêdana DAIŞê nîne, belku êrişkirina ser hêzên wan û rêgirtin ji pêşveçûna wan ber bi Efrînê ve ye.