10:01:53
Rojava News: Tê gotin ku çekdarên opozîsyona Sûriyê yên di bin fermandehiya artêşa Tirkiyê de çekên kîmyayî li gundên navbera Cerablus û Minbicê dane.
Ev çend roj in şerekî giran li herêma navbera bajarên Cerablusê û Minbicê di navbera hêzên opozîsyona Sûriyê yên di bin fermandehiya artêşa Tirkiyê de û şervanên Cerablus û Minbicê, ku girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk û YPGê ne, derketiye û heta niha jî didome.
Artêşa Tirkiyê bi balafirên şer û topxaneyan gundên başûrê Cerablusê û bakûrê Minbicê yên ji aliyê HSD û YPGê ve ji destê DAIŞê hatibûn derxistin, topbaran û bombebaran dike. Li gorî agahiyan, heta niha bi dehan sivîl hatine kuştin, gelek kes jî birîndar bûne.
Lê çavkaniyên nêzîkî YPG û HSDê dibêjin, çekdarên opozîsyona Sûriyê çekên kîmyayî jî bikar tînin çimkî dema gundan didin ber topan, laşê mirovan dişewitîne û dibe sebeba verişiyanê jî, ev jî nîşanên wê ne ku çekên kîmyayî bikar hatine.
Li gorî agahiyan, gundên Bîr Ereb û El Denîne duh rastî êrişa kîmyayî hatine û di encamê de gelek kes bi taybet jin û zarok birîndar bûn.
