12:36:24
Rojava News: Hat ragihandin ku Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) bang li hemû hêzên biyanî kir ku xwe ji Sûriyeyê vekişînin û kesên ku gelê Kurd bi parçekirina Sûriyeyê jî tawanbar dikin, şermezar kir.
Rêveberiya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) daxuyaniyeke belav kir û di daxuyaniyê de destewerdana Tirkiyeyê ya bi hinceta piştgiriya Artêşa Azad a Sûriyeyê û şerê DAIŞê şermezar kir û bang li hemû hêzên biyanî kir, da ku ji Sûriyeyê vekişin.
Herwiha Rêveberiya ENKSê di daxuyaniya xwe de ew aliyên ku gelê Kurd bi perçekirina Sûriyeyê tawanbar dikin şermezar kir û ji bo ku gelê Sûriyeyê xaka xwe biparêze bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku alîkariya gelê Sûriyeyê bike.
