Dîsa leşkerên Îranê li sînorê Urmiyê kurd kuştin û birîndar kirin

Dîsa leşkerên Îranê li sînorê Urmiyê kurd kuştin û birîndar kirin

13:32:29

 

Rojava News: Hêzên Îranê li herêma Mirgever a Urmiyê teqe berdane kolberên kurd kirin û di encamê de welatiyekî kurd jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

Li gorî zanyariyên berdest, şeva borî hêzên Binkeya Pasevaniya Sînorî ya Îranê li sînorê çiyayên Dalamper û Bozî Sîna li devera Mirgever a girêdayî bajarê Urmiyê teqe li kolberên kurd kirin.

Di encama guleberdana hêzên îranî de, welatiyekî kurd ê 40 salî bi navê Lezgîn Şeibanî jiyana xwe ji dest da û 2 welatiyên din ên kurd bi navên Emîn Şeibanî û Babek Şeibanî jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku ew welatiyên kurd kolber bûne û Lezgîn Şeibanî xelkê gundê Gêsiyan û Emîn Şeibanî û Babek Şeibanî jî xelkê gundê Kolebiyê yên devera Mirgever a Urmiyê ne.

Termên kesên kuştî û birîndaran piştre ji bo nexweşxaneya Îmam Xumêynî ya bajarê Urmiyê hatine veguhestin. Li gorî zanyariyan, bijîşkên nexweşxaneyê ji malbat û kesûkarên kuştî û birîndaran re gotine ku guleyên demançeyê li wan ketine û ji dûrahiya 10 metroyî ve gule hatine berdan.