Amerîka ji pêşveçûnên Tirkiyê li Rojava neraziye!

Amerîka ji pêşveçûnên Tirkiyê li Rojava neraziye!

10:21:36

 

Rojava News: Îdareya Obama derbarê operasyona Tirkiyê li başûrê Cerablusê û êrişên Artêşa Tirkiyê bo ser şervanên HSDê hişyarî da Enqerê.

Koşka Spî ya Amerîka derbarê operasyona Cerablusê û şerê li başûrê Cerablusê daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniyê, Amerîka nerazîbûna xwe li hember pêşveçûna hêzên Tirkiyê û çekdarên Artêşa Azad a Sûriyê yên li hemberî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ber bi başûrê Cerablusê daye nîşandan.

Herwiha di daxuyaniyê de amaje bi êrişên Artêşa Tirkiyê bo ser Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) hatiye kirin û tekezî li ser wê yekê hatiye kirin, ku Washington piştgiriyê li pêşveçûnên Tirkiyê û êrişên bo ser HSDê nakin.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin:

“Em piştgiriyê li pêşveçûnên Tirkiyê ber bi başûr ve yên li hemberê HSDê nakin.”

Herwiha Koçka Spî amaje bi wê yekê kiriye, ku ew rewş dê rewşa li herêmê tevlihev bike û dê di têkoşîna li dijî DAIŞê de bibe asteng.

Li gorî daxuaniyê, Serokê Amerîka Barack Obama dê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re di çarçoveya civîna lûtke ya G20 de hevdîtinekê pêk bîne.