Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Amerîkayê li Baxdayê civiyan!

Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Amerîkayê li Baxdayê civiyan!

10:26:42

 

Rojava News: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê bi Balyozê Amerîka yê li Iraqê re civiya û ragihand, bo çareserkirina pirsgirêkan Hewlêr amade ye bi Bexdayê re alîkar be.

Di çarçoveya serdana xwe ya bo Bexdayê de, îro Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tevî şandeke pê re serdana Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê kir û ji aliyê Balyozê Amerîkayê Stewart Jones û dîplomatên Balyozxaneya Amer’ka ve hat pêşwazîkirin.

Derbarê vê serdanê û hevdîtina navbera Nêçîrvan Barzanî û Stewart Jones de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek weşand.

Li gorî daxuyaniyê, di hevdîtinê de Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî amaje bi pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê kir û ragihand: “Di hemû waran de Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ye li gel Bexdayê alîkar be, da ku hemû pirsgirêk bi şêweyekê bêne çareserkirin, ku di berjewendiya her du aliyan de be.”

Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hatiye dan, ku Stewart Jones ku niha erkê wî weke Balyozê Amerîka li Iraqê bi dawî hatiye, şadbûna xwe bi hevdîtina li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê anî ziman û spasiya piştevanî hêsankariyên Herêma Kurdistanê di heyama karkirina xwe weke balyoz de kir.

Jones herwiha tekezî li ser zêdetir xurtkirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê kir.

Di beşeke din a daxuyaniyê de hatiye gotin, ku Nêçîrvan Barzanî jî bo wan hewlên ku bp zêdetir xurtkirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê dane, spasiya Jones kir û hêviya serkevtinê di kar û erkê nû de jê re xwast.