Fermandeyekî Pêşmerge: Hikûmeta Iraqê bûdce dide şervanên PKK!

Fermandeyekî Pêşmerge: Hikûmeta Iraqê bûdce dide şervanên PKK!

12:48:16

 

Rojava News: Fermandeyekî êzîdî yê Pêşmerge dibêje, hikûmeta Iraqê mehane 800 dolaran dide şervanên PKKê yên li devera Şingalê, PKK jî nîvê wî pereyî ji xwe re dibe yê din jî şervanan!

Qasim Dirbo, ku kurdekî êzîdî yê berniyas e û fermandeyê Pêşmerge ye jî, ji heftenameya Basê re gotiye, hikûmeta Iraqê mûçe û xercên zêdetirî hezar şervanên PKKê yên li Şingalê dabîn dike, di demekî de ku ti hêzek siyasî di çeperên şer yên Şingalê de nîne. Zêdetirî 70 km eniya Şingalê tenê ji aliyê Pêşmerge ve tê parastin. Mixabin e ku hikûmeta Iraqê alîkariya hêzekê bike ku ne di çeperên şer de ye!

Qasim Dirbo her wiha gotiye, hikûmeta Iraqê li şûna ku wî pereyî bide Pêşmerge, dide hêzên PKKê. Bexda dixwaze bi vê yekê, wê hêza PKKê li dijî Pêşmerge bikar bîne. Em vê yekê qebûl nakin. Me gelek caran daxwaz ji PKK û hêzên nêzîkî wê kiriye ji nav sazî û dezgehên hikûmetê de derkevin bi tabet ji nav avahiyên qutabxaneyên Xanesorê derkevin. Ji ber ku rewa nîne hêzeke siyasî di nav qutabxane û dezgehên hikûmetê de bimîne.

Li gorî agahiyên Dirbo, hikûmeta Iraqê mehane 800 dolaran dide her şervanekî PKKê, PKK jî nîvê wî pereyî ji xwe re dibe û yê din jî dide hêzên xwe yên Şingalê.

Wî fermandeyê Pêşmerge daye zanîn ku 5 komelgehên Şingalê di destê DAIŞê de mane û gotiye, lê ewê jî bi fermandehiya Serok Barzanî û bi destê pêşmergeyên qehreman bên azadkirin.

Qasim Dirbo bang li PKKê jî kiriye devera Şingalê vala bike û li wir nemîne û gotiye, xelk nikare ji ber PKKê vegerin Xanesorê. Hêzên PKKê ketine nav qutabxaneyan ji ber wê jî xelk nikarin zarokên xwe bişînin xwendinê.