Birîndarekî din ê teqîna Dîlokê jiyana xwe ji dest da

Birîndarekî din ê teqîna Dîlokê jiyana xwe ji dest da

13:15:12

 

Rojava News: Hat ragihandin ku di qetlîama Dîlokê de zarokê bi navê Azad Aydinalp ê 5 salî yê di teqînê de birîndar bibû jiyana xwe ji dest da.

Li Dîlokê di êrîşa ku 20ê tebaxê de li dawetekî kurdan pêk hatibû de qetlîamek pêk hatibû.

Zarokê bi navê Azad Aydinalpê 5 salî birîndar bibû li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Azad ê biçûk li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîlokê dihat dermankirin.

Li bendê ye ku cenazeyê Aydinalp li Goristana Yeşîlkentê bê definkirin. Hejmara zarokên ku di qatlîamê de jiyana xwe ji dest dan bû 40, hejmara giştî kesên ku jiyana xwe di teqînê de ji dest dan jî bû 56 kes.