Brîtanya bi merc piştgiriya serxwebûna Kurdistanê dike

Brîtanya bi merc piştgiriya serxwebûna Kurdistanê dike

09:49:48

 

Rojava News: Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Brîtanya ragihand, Brîtanya bi şert piştgiriya referandom û serxwebûna Kurdistanê dike.

Nûnerê Hikûmeta Kurdistanê li Brîtanya, Karwan Cemal Tahir ji televîzyona K24 re axivî û got, helwesta Brîtanya li ser referandom û serxwebûna Kurdistanê erênî û baş e.

Karwan Cemal Tahir her wiha got, Brîtanya dibêje eger kurd bi serê xwe referandomê bikin yan serxwebûnê ragihînin em piştgirî nakin lê eger ev yek bi rizamendiya Bexdayê be emê piştgirî bikin.

Rayedarên Herêma Kurdistanê bi taybet Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî heta niha gelek caran gotiye, em dixwazin bi awayekî aştiyane ji Iraqê cihê bibin û bidin du cîranîn baş.