10:09:52
Rojava News: Balyozê Berê yê Amerîkayê yê li Sûriyeyê Robert Ford di derbarê rewşa Herêma Kurdistanê û Kurdên Rojava de axivî û diyar kir ku Kurdên Rojava divê sûdê ji ezmûna Herêma Kurdistanê wer bigirin.
Li gorî agahiyên Rûdawê Robert Ford ji bo ragihandina serxwebûn a Herêma Kurdistanê got "ger ku hikumeta Herêma Kurdistanê li herêmê di warê piştgiriya serxwebûna Kurdistanê de xwedî dost e, dikare ji bo serxwebûnê blez tevbigere û bi demeke kurt de serxwebûnê rabigihîne."
Ji Der Spiegelê nirxandina Cerablûsê: Hedef Kurd in û dagirkeriyeke demdirêj e Ford di derbarê rewşa Kurdên Rojava û Sûriyeyê de jî got "divê Kurdên Sûriyeyê sûdê ji ezmûna Herêma Kurdistanê bigir, da ku Herêma Kurdistanê piştî têkçûna rejîma Be'sê ji bo mafê gelê Kurd di destûra bingehîn ya nû de cih bigire, bi hêzên Iraqê, hêzên Şîe û yên din re gelek diyalog û danûstandin danî. "
Dîplomatê berê yê Amerîkayê di derbarê operasyona Cerbalûsê ya bi hevkariya artêşa Tirk û hevpeymana Sûriyeyê de jî diyar kir ku armanca operasyonê DAIŞ û hêzên Kurd e û got "di serî de jî armanc Hêzên Sûriyeya Demokrat e. Ji ber ku Tirkiye û hêzên hevpeymana Sûriyeyê naxwazin PYD desthilatdariya xwe xurt bike."
Robert Ford di navebera salên 2004 û 2006a de li Bexdayê berdevkê Balyozxaneya Amerîkayê bû.
