12:00:45
Rojava News: 200 endamên Artêşa Azad tevî tank û alavên serbazî ji Girgamêşê derbasê Cerablûsê bûn.
Operasyona 'Mertala Feratê' ya Tirkiyê gihîşt roja heftan û hêzên Tirkiyê bênavber ber bi Cerablûsê tên şandin.
Duh, êvarê jî ji Girgamêşê bi otobusan 200 endamên Artêşa Azad ber bi Cerablusa Rojavayê hatin şandin.
Nehat zanîn ku endamên Artêşa Azad ji kuderê hatine Girgamêşê. Li aliyê din gelek tank û otombêlên zirxpoş yên veguhestinê jî ber bi Cerablûsê bi rê ketin.
Bi armanca şerê li dijî DAIŞê Tirkiyê di 24ê vê mehê de operasyona "mertala Feratê" ragehand û ligel opozîsyona Sûriyê bajarê Cerablusê kontirolkirin, operasyon heta niha jî berdewam e.
