Girê Spî: Leşkerên tirk 2 welatiyên sivîl kuştin

Girê Spî: Leşkerên tirk 2 welatiyên sivîl kuştin

23:28:50

 

Rojava News: Hate ragihandin ku leşkerên Artêşa tirk li ser sînorê Girê Spî du welatiyên sivîl kuştin û nahêlin ku tu kes cenazeyên wan rakin.

Li gorî çavkaniyên herêmî ya ji bajarê Girê Spî ragîhandin ku îro êvarê saet di 19.00an de 2 welatiyên sivîl ji ber gulebarana leşkerên Artêşa Tirkiyeyê li herêma sînor jiyana xwe ji dest dane.

Hate diyarkirin ku leşkerên tirk nahêlin hêzên Asayîşê an jî welatiyên sivîl nêzî cenazeyên herdu welatiyan bibin ku wan rakin.

Tê gotin ku kesên nêzî wan dibin leşker guleyan direşînin.