23:33:08
Rojava News: Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, her yek ji Cîgirê Serokê Amerîka Joe Biden û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi rêya telefobê li gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî axivîn.
Serokatiya Herêma Kurdistanê îro di daxuyaniyekê de ragihand, ku îro di du pêwendiyên telefonî yên cuda de, Mesûd Barzanî bi Joe Biden û Heyder Ebadî re axivî û derbarê hin mijaran de bi hev re gotûbêj kirin.
Li gorî daxuyaniyê, di pêwendiyeke telefonî de, Biden kêfxweşiya xwe li hember serkevtinên wê dawiyê yên Pêşmerge li Eniya Xazir nîşan da û pesnê qehremanîtiya pêşmerge kir.
Joe Biden serxweşî li Serok Barzanî û kesûkarênwan pêşmergeyan jî kir, ku di şerê li dijî terorê de jiyana xwe bexşîne û şehîd bûne.
Li gorî daxuyaniyê, Cîgirê Serokê Amerîkayê herwiha spasiya Obama jî gihand Barzanî û kêfxweşiya xwe li hember encamdana civînên navbera şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Bexdayê anî ziman.
Di beşeke din a vê pêwendiya telefonî de, “Joe Biden hêvî jî kir, ku Barzanî bi hikûmeta xwe wan pirsgirêkan çareser bike, ku di proseya siyasî ya herêmê de hene.”
Serokatiya Herêma Kurdistanê herwiha destnîşan kir, ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî bi rêya telefonê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re axiviye.
Li gorî daxuyaniyê, di vê pêwendiya telefonî de amaje bi têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê hat kirin û herwiha “Barzanî spasiya Serokwezîrê Iraqê kir, bo wê pêşwaziya germ ku li şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bi serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî kir.”
Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin, ku “Barzanî şadbûna xwe li hember encamên civînan jî anî ziman û hêvî kir, ku pêwendî û hevrêziya navbera her du aliyan berdewam be.”
Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn, “ku Heyder Ebadî jî kêfxweşiya xwe bo serdana şanda Kurdistanê û encamên civînan bi taybet derbarê petrolê û amadekariyên bo rizgarkirina Mûsilê anî ziman û encamên civînan bilind nirxand.”
