Rojava News: Balafirên hevpeymaniya navdewletî di 48 saetên borî de 27 caran êrişî navendên rêxistina DAIŞê li Rojavayê Kurdistanê, Başûrê Kurdistan û Iraqê kirine.
Li gor daxuyaniyeke Wezareta Parastina ya Amerîkayê (Pentagon), 9 êrîş ji wan li Rojava, 2 li Sûriyê û 16 êrişên din jî li Başûrê Kurdistan û Iraqê li dijî DAIŞê hatin pêkanîn.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di encama êrişên li Kobanî de 3 yekîneyên leşkerî yên DAIŞê û 10 wesayîtên leşkerî û 5 avahiyên di destê wê rêxistinê de hatin têkbirin û çend çekdar jî hatine kuştin.
Hat eşkere kirin ku balafirên hevpeymaniyê di êrîşeke din li Sûriyê de çavkaniyên petrolê yên DAIŞê li parêzgeha Dêrezorê armanc girtin û yekîneyeke wê rêxistinê li bajarê Bûkemal li heman parêzgehê jî bombebaran kirin.
Pentagonê diyar kir ku 16 êrişên din li Başûrê Kurdistan û Iraqê li dijî rêxistina DAIŞê hatin pêkanîn ku di wan êrişan de rokêteke dûravêj ya rêxistinê hatiye têkbirin.
