Rojava News: Di şerê eniya Guwêr-Mexmûrê yê Pêşmerge û DAIŞê de, bi dehan çekdarên DAIŞê hatine kuştin ku di nav wan de 6 emîrên rêxistinê jî hebûne.
Fermandeyê eniya Guwêr-Mexmûrê yê Pêşmerge, Sîrwan Barzanî di derbarê vê de got; di şerê du rojên borî yên Guwêr û devera Sultan Ebdullahê de bi dehan kuştiyên DAIŞê li qada şer mabûn û da zanîn, di wî şerî de her wiha 6 emîrên DAIŞê jî hatin kuştin.
Sîrwan Barzanî navên wan emîrên DAIŞê jî eşkere kir û got, navên wan ev in: Ebû Mîna, Hezîfe Almanî, Ebû Hacer, Ebû Zeyneb, Ebû Hesen Xezlanî, Ebû Ehmed.
Rayedarekî din ê Pêşmerge jî ji Rûdawê re got, emîrekî DAIŞê yê bi navê Mecîd Reşîd Cibûrî ku jê re him digotin Ebû Hemze him jî Ebû Hesen, di şerê Guwêrê de ji aliyê Pêşmerge ve hatiye kuştin.
Wî rayedarê Pêşmerge her wiha got, Ebû Hemze rêveberê asayişa Mûsilê yê DAIŞê bû û di êrişa şeva 9ê Çileya îsal a Guwêrê de beşdar bibû.
