23:10:11
Rojava News. Hat zanîn ku polîsan bi bombayên gazê û ava şid êrişê welatiyên Kobanê ku li ser sînor di nobetê de bûn kir.
Li gor zanyariyên hatine bi dest xistin, welatiyên Kobanê yên li ser sînor li dijî hewldana Artêşa Tirkiye ya Rojava nobetê digirin rastî êrîşa leşker û polîsên Tirkiyeyê hatin. Polîsên Tirkiyeyê bi bombayên gazê û ava şid êrişê welatiyên Kobanê ku li dijî çêkirina dîwar de di nobetê bûn kir.
Herwiha hat ragihandin ku di êrîşê de 6 sivîl birîndar bûn. Kesên birîndar bûne rakirin Nexweşxaneya Kobanê.
