5:42:18 PM
RojavaNews: Encûmena Niştîmaniya kurdî li Sûriyê yekşembê 4 . 9 . 2016 merasîmên çil rojiya şehîdên komkujiya teroristî ya taxa xerbî li Qamîşlo li darxîne .
Di vê derbarî Mihsin Tahir serokê ofîsên xwechî yên Encûmena Niştîmaniya kurdî li Sûriyê ragehandibû, ku îro demjimêr şeşê êvarî wî qevdên gula li cihê wê buyerê ji aliyê Encûmenê bên danîn herweha wê mûm bên vêxistin li heman cihî, û li ser riyan û pencerên malan .
Tahir serbarkir ku wê sibe Duşembê wê çil rojya şehîdan li ofîsa partî dîmuqratî kurdistan surya ya rojavayê Qamişlo bê li darxistin bi navê Encûmena Nieştîmaniya kurdî li Sûriyê ... Hêjayî gotnê ye ku di 27 .7. 2016 teqîneke mezin li taxa xerbî ya bajarê Qamişlo rû da û di encam de hejmarek şehîd û brîndar bune qurbanî di wê teqîna ku rêxistna terorsitî ya DAIŞê lixwe girt .
