Tirbespiyê … Di Heftiyekê de 7 keç hatin revandin

Tirbespiyê … Di Heftiyekê de 7 keç hatin revandin

5:55:11 PM

RojavaNews: Giropeke çekdarên PYDê di heftiyekê de heft keçên ku temnên wan di navbera 12 û 16  salî de, li Tirbespiyê jibo leşkeriya xwe revandin û birin cehekî nediyar.

Çavkaniyekê taybet ji bajarokê Tirbespiyê yê rojavayê kurdistanê ragehand, ku di van çend rojên bûrî de çekdarên YPG yên bi ser PYD ve nêzîkî 7 keçên kurd ku temnên wan di navbera 12 û 16  salî de ne ji bo leşkeriya xwe ya neçarî revandne.

Çavkaniyê herweha ragehand ku ji wan keçên ku hatne revandin navê Fixriye Isma'îl Hemdî û Rojîn hatne zanîn.

tê zanîn ku hin malbatên ku zarokên wan ji aliyê PYD ve tên revandin nuçeya revandna zarokên xwe belav nakin bi hêviya ku zarokên wan bên serbest berdan yan jî daku metrisî li ser jiyana wan çênebe.