Li Qamişlo û Hesekê du bombe teqiyan: 7 kuştî 3 birîndar

Li Qamişlo û Hesekê du bombe teqiyan: 7 kuştî 3 birîndar

10:55:59

 

Rojava News: Li ser rêya Kornêş li navçeya Qamişlo û li çarxerêya Merşo ya bajarê Hesekê du bombe teqiyan. li gorî zanyariyan destpêkê di teqînê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.

Li gorî zanyariyên berdest li navçeya Qamişloyê îro berê sibehê li ser riya Kornêş bombeyek teqiya.

Hat ragihandin ku di teqînê de tu zirarên giyanî çênebûye. Ji aliyê din ve li bajarê Hesekê li çarxerêya Merşo bombeyek hat teqandin.

Li gorî çavkaniyên herêmî di teqîna bajarê Hesekê de birîndar hene. Li gorî zanyariyan teqîna bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, berê sibehê saet di 08:05'an de li nêzî Navenda Sotemeniyê ya Merşo bi motorsîkleteke bombebarkirî pêk hatiye.

Hat zanîn; di encama teqîna bajarê Hesekê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dane ku ji wan 4 endamên asayişê ne û 3 kesên din jî sivîl in. Herwiha 3 endamên din yên asayişê jî birîndar bûne.