Girê Spî: Leşkerên Tirk bav û 2 zarokên wî kuştin!

Girê Spî: Leşkerên Tirk bav û 2 zarokên wî kuştin!

13:48:24

 

Rojava News: Leşkerên Tirk li ser sînorê  di navbera Girê Spî û Bakurê Kurdistanê de, ji malbateke bav û du zarokên wî kuştin.

Leşkerên artêşa Tirk Îro di saetên serê sibehê 2016-09-05  malbatek  dema ku hewl didan derbasî Bakurê Kurdistanê bibin, gulebaran kirin. Di encamê de, welatiyê bi navê  Cîhad Gitî ku ji herêma Şedadê ye û du zrokên wî yek 2 salî û yekî 9 salî jiyana xwe ji dest dan.

Kesên jiyana xwe ji dest dan rakirin nexweşxaneya Girê Spî.