Serê Kaniyê … Cendirmeyên Tirkiyê Bav û Zaroka wî kuştin

Serê Kaniyê … Cendirmeyên Tirkiyê Bav û Zaroka wî kuştin

6:17:57 PM

RojavaNews: Cendirmeyên Tirkiyê yên sînorî 7 welatiyên kurd dema ku hewl dan  ji rojavayê kurdistanê derbasî bakurê kurdistanê bibin  gulebaran kirin, û di encamê de zilamek û zaroka xwe jiyana xwe ji dest dan, herweha 5 kesên din jî brîndar bûn .

Hat raghandin ku berbanga îro 7 welatiyên kurd ji gundewarê çiyayê kizwanê angu çiyayê Ebid Al'zîzê dema ku hewl dan ji gundê am alseharîc ya ku tenê heft kîlo mitrî durî serê kaniyê ye , derbasî bakurê kurdistanê bibin  rastî guleyên  cendirmeyên Tirkiyê hatin, û di encamê de welatiyê bi navê Ebid Ehmed yê temin çil salî li gel zaroka xwe ya çar salî ya bi navê Rojîn jiyana xwe ji dest dan , herweha 5 kesên din birîndar ketin û ji bo nexweşxaneya roj li  bajarê serê kaniyê hatin veguhestin .

Her li gorî heman agahiyan ku welatiyek li gel dû zarokên xwe yên jêr deh salî ji gundewarê şedadê hatin kuştin di encama gulebarana çendirmeyên turkyê yên sînorî .