Barzanî pîrozbahîyê li Serokê Hevpeymanî ya Niştîmanî kir!

Barzanî pîrozbahîyê li Serokê Hevpeymanî ya Niştîmanî kir!

03:04:31

 

Rojava News: Êvariya roja dûşem di peywendiyekî telefonî da Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê ji bo hilbijartina Serokê nû yê Hevpeymaniya Niştîmaniya Iraqî pîrozbahiyê li Seyîd Emmar El Hekîm kir.

Li vê peywendiya telefoniyê da Serok Barzanî piştgiriya xwe tevahî ji bo Seyîd Emmar El Hekîm ragihand û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û amadehiya Herêma Kurdistanê jî ji bo palpiştîkirina Serokê Hevpeymaniya Niştîmanî ya di hewlên siyasî da nîşanda.