Amerîka moşek û hêjmarek pispor danîn ser sînor!

Amerîka moşek û hêjmarek pispor danîn ser sînor!

 

 

Rojava News: Mûşekên corê HIMARS ên Amerîkayê (DYA) digel 50 leşkerên pispor ên amerîkî li sînorê bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê hatin bicihkirin.

Îro duşemî 5ê Îlonê mûşekên HIMARS ên Amerîkayê li gundê Almalî yê ser bi qezaya navendî Şaxan Beg a girêdayê parêzgeha Dîlok a Bakurê Kurdistanê hatin bicihkirin.

Li gorî agahiyan, tevî bicihkirina sîstema mûşekî ya HIMARS, 50 leşkerên Amerîkayê jî li herêmê hatin bicihkirin. Li cihê ku sîstema mûşekî ya HIMARS hatiye bicihkirin, sîstema parastinê ya mûşekan a Artêşa Tirkiyê heye.

Tê payîn ku di rojên dahatî de ev mûşek ku heta 92 kîlometiran dikarin dûr bên avêtin, li dijî DAIŞê bên bikaranîn.

Herwiha li gorî zanyariyan, cihê ku mûşekên HIMARS hatine danîn, 30 heta 35 kîlometrî dûrî sînorê navbera Tirkiye-Sûriyê ye. Bi vî awayî jî, ew mûşek dikarin noqteyên di kûrahiya 60 kîlometr di nav axa Sûriyê de bike armanc.

Li gorî çavdêran, bi bicihkirina wan mûşekan li nêzîkî sînorê hevbeşê Tirkiye-Sûriyê, di çarçoveya şerê li dijî DAIŞê de, Amerîka dikare li bajarê Bab û bajarokê Marihê bide.

Mûşekên HIMARSêk u li Dîlokê hatine bicihkirin bi 2 maşînan hatin veguhestin û xwediyê 30 lûleyên topavêj in.