Fermandeyk Pêşmerge: Hêzên YPGê plana wan “xira kirin!” li Şingalê

Fermandeyk Pêşmerge: Hêzên YPGê plana wan “xira kirin!” li Şingalê

RojavaNews: Yek ji fermandeyên Pêşmerge li devera Şingalê dibêje, destpêkê plana wan ew nebû ku derbasî nav bajarokê Şingalê bibin lê hêzên YPGê plana wan “xira kirin!”

 

Di heyama kêmtirî 48 saetan de hêzên Pêşmerge karîn nêzîkî 200 kîlometre ji devera Şingalê ji DAIŞê bistînin lê ev zêdetirî 20 rojan e hîn bajarokê Şingalê nehatiye rizgarkirin û “tenê %20” jê hatiye kontrolkirin.

 

Yek ji fermandeyên Pêşmerge li Şingalê, ku endamê YNKê ye, bi navê Emîd Şefîq Çavşîn ji Rûdawê re li ser şerê Şingalê axivî û got, destpêkê plana me ya rizgarkirina bajarokê Şingalê tinebû , lê hêzên YPGê bilez û bez çûn nav bajêr û plana me xira kirin.

 

Emîd Şefîq Çavşîn diyar kir ku destpêkê wisa hatibû plankirin ku beşa bakurê çiyayê Şingalê û nahiyeya Sinûnê werin kontrolkirin, paşê dest bi standina bajarokê Şingalê û deverên din bên kirin lê hêzên YPGê ev plan têkdan.

 

Li gorî wî fermandeyê Pêşmerge, rizgarkirina tevahiya Şingalê dê pir bikşîne û wiha got: “Çimkî beriya ku em Şingalê bistînin divê em duriyana Herdanê, devera Riyazê û hemû herêmên rojavayê Mûsilê bigirin paşê em bikarin Şingalê bigirin.”

 

Ji aliyê xwe ve serokwezîrê hikometa herêma Kurdistanê Nêçîrvan barzanî , berî heftiyekî di kongirekê rojnemevanî de di dema seredana wî li ser mezarargehê Şerfedîn ev yek tekzkir û got derbasbûna pêşmerge di nava bajarokê Şingalê de ne di pilana me de bû , bê ku sedemên wê bide diyarkirin .