Barzanî serdana eniya şer kir: Divê Pêşmerge çeperên xwe baş bigirin

Barzanî serdana eniya şer kir: Divê Pêşmerge çeperên xwe baş bigirin

 

Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana eniya Guwêr-Mexmûrê ya Pêşmerge kir û bi Pêşmerge û fermandeyên Pêşmerge re civiya. 

 

Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzani  bi hevaltiya Şêwirmendê Encumena Asayişê ya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana eniya Guwêr-Mexmûrê kir.

 

Barzanî li wir bi Pêşmerge û fermandeyan re civiya û spasiya wan kir ku karîn li eniya Guwêr-Mexmûrê plan û êrişên terorîstên DAIŞê bişkênin.

Di serdanê de  Barzanî behsa canfîdayî û qehremantiya Pêşmerge di şerê DAIŞê de kir û şîreta wê jî kir ku divê her dem hişyar û hazir bin û çeperên xwe mukim bigirin û dujmin ciddî bigirin.