Artêşa Tirk di bombebarana Efrînê de berdewama!

Artêşa Tirk di bombebarana Efrînê de berdewama!

12:02:14

 

Rojava News: Li herêmên başûrê Efrînê şerûpevşûnên giran di navbera Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) û çekdarên DAIŞê de berdewam dikin û Artêşa Sûriya Azad bi piştavaniya Artêşa Tirk 4 gund kontrol kir.

Ji 2 rojan ve Artêşa Tirk êrîşî ser navendên YPG li devera Efrînê û bi taybetî li bajarokê Raco dike.

Li gorî çavkaniyên xwecihî Artêşa Tirk bi hawin, tank û firokeyan gundê Sorke li bajarokê Raco topbaran dike, ku di encama wê topbaranê de li gorî çavkaniyeke bijîşkî 6 şervanan jiyana xwe ji dest dane û 8 sivîl jî birîndar bûne.

Ji aliyekî din ve li devera başûrê Efrînê şerûpevşûnên giran di navbera HSD û çekdarên DAIŞê de li derdora hersê gundên Hirbil-Um Hoş- Um Qura berdewam dikin.

Di heman demê de ligorî çavkaniyên xwecihî Artêşa Tirk her 4 gundên Sendî, Eyyûbiyê, Elroda, Til Elhewa kontrol kirin, piştî ku çekdarên DAIŞê ji wan her 4 gundên navbûrî vekişiyan.

Her di vê derbarê de komên radîkal taxa Şêx Meqsûd a Kurdnişîn li Helebê bi moşekên katyoşa û topxaneya cehenem topbaran kir.

Di encamê de û li gorî çalakvanên xwecihî herî dawî li taxa Şêx Meqsûd welatiyê bi navê Şahid Cimyan ji ber topbarana komên radîkal jiyana xwe jidest da û 4 sivîl din jî birîndar bûne.