YPG û Hikumeta Sûriyeyê li hevdu civiyan

YPG û Hikumeta Sûriyeyê li hevdu civiyan

11:38:07

 

Rojava News: Hat îdiakirin ku YPG û Hikumeta Sûriyeyê îro li Balafirxaneya Navdewletî ya Bajarê Qamişlo yê Rojava li hevdu civiyane û dest bi muzakereyan kirine.

Li gorî nûçeyeke Rûdawê hat diyar kirin ku berpirsên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hikumeta Sûriyeyê îro roja 9ê Îlonê ji bo axaftina pirsgirêkên di navbera her du aliyan de û çareserkirina wan li Balafirxaneya Navdewletî ya Bajarê Qamişlo yê Rojava li hevdu civiyan.

Di heman nûçeyê de hat derbirîn kirin ku civîna îro ya di navbera YPGê û Hikumeta Sûriyeyê de bêyî navbeynkariya Rûsyayê hatiye lidar xistin û hat diyar kirin ku li ser navê YPGê fermandarekî YPGê yê bi navê Sîpan Hemo û li ser navê Hikumeta Sûriyeyê jî Parêzgarê Hesekê Mihemed Elî Zeal beşdarî civînê bûne.

Herwiha hat dest nîşan kirin ku ew civîna îro ya ku di saet 10.30ê sibehê de destpê kir, bi qasî 3 saetan dewam kir û di civînê de mijarên leşkerî, xizmetguzarî û mrovî hatin axaftin.

Li gel vê yekê hat diyar kirin ku her du aliyan li hev kirine ku danûstandinê berdewam bikin û din ava 3 rojan hemû pirsgirêkan çareser bikin û biryar dan ku careke din dîsa li hevdu bicivin.