Barzanî: Di doza Kurdistanê de piştevaniya hêzên cîhanî heye!

Barzanî: Di doza Kurdistanê de piştevaniya hêzên cîhanî heye!

11:38:51

 

Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî got, “Şoreşa Îlonê” şoreşekî seranseriya gelê Kurdistanê bû û ew bawerî bi xwebûnê li kûrahiya dilê hemû take kesekî Kurdistanî de dirust kir ku divê li beranber dagîrkerî û neheqiyê de bê rawestandin.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi helkefta 55emîn salvegera “Şoreşa Îlonê” peyamek belav kir.

Mesûd Barzanî diyar kir ku Şoreşa Îlonê mezintirîn şoreşa gelê Kurdistanê ya li dijî zulm û asîmîlasyonê ye û got, Şoreşa Îlonê li navçeyekî diyarkirî de nema û bingehên şoreş û edalet û Kurdayetiyê gihand hemû cîhên Kurdistanê.

Barzanî anî ziman rola Partiya Komunist (Şui) a Iraqî û hêz û kesayetiyên demokratxwazên Iraqê li şoreşê ber bi çav bû û wiha domand:

“Yekem car li dîroka tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê li vê şoreşê de bû ku hemû çîn û tuwêjên civakê beşdarî xebata netewetî û demokrasîxwaziya xwe û gelê xwe bûn û hemû pêkhatên neteweyî û olî yên Kurdistanê jî mil bi milê Kurd li jêr serkirdayetiyekî hevbeş li dijî sîtem û dagîrkeriyê xebat kirin.”

Di berdewamiya peyama xwe de Barzanî amaje kir ku li ser asta cîhanê de doza rewaya gelê Kurdistanê dost û palpiştê mezin heye û wiha pê de çû?

“Gelê Kurdistanê wê yekê bi cîhanê selimand ku parêzerê bihaya aştî û pêkvejiyan û azadiye. Ew biha cihê şanaziya hemû take keseke xelkê Kurdistanê ne. Ew destkeft jî ji wan bingeh û biha û xebatê çavkaniya xwe digrê ku şoreşa mezina Îlonê li ser hatibû avakirin.

Li vê bîranîna mezin de silav ji bo giyanê pakê şehîdên şerê dijî terorîstan û hemû şehîdên rêya azadiya gelê me re dişînîn. Pêzanînên min ji bo wan hemû têkoşeran heye ku li şoreşa Îlonê de beşdarbûn û dîrokê ji bo gelê Kurdistanê dirust kirin. Destxweşiyê li Pêşmergeyên me yên qehreman dikim ku şanaziya gelê me û hemû cîhanê ne.”

Şoreşa Îlonê

Şoreşa Îlonê ji wê serhildana Kurdan ra dihêt gotin ko li 11ê Îlona sala 1961ê bi rêberiya Mela Mistefa Barzanî li Başûrê Kurdistanê dijberî hukmeta Îraqê bi awayekê çekdarane destpêbû û li roja 6ê Adara sala 1974ê piştî Rêkeftina Elcezayîrê bi dûmahî hat.

 

Piştî kûdetaya 14ê Tîrmeha 1958ê bi seroktiya Evdilkerîm Qasimî û vegeryana Barzanî ji Yekîtiya Komarên Sosyalîstên Sovyetî, têkhiliyên navbera Kurdan û hukmeta Bexdayê gelek baş bûn. Hukmetê wekî qehremanekê neteweyî piştgiriya Mela Mistafyî kir. Bi awayekê fermî pêzanîn bi pêkkatina Komara Îraqê ji du neteweyên Kurd û Ereb hat kirin.

Lê îûda Evdilkerîmî ew bû ko desthilata xwe ji dest bidit û şaşiyên yek li pey yekên wî di warê siyaseta navxweyî ya Îraqê da bûn sedema herifyana desthilata wî. Lihevnehatinên wî digel Kurdan jî bûn sedema destpêbûna şoreşa çekdaraneya Kurdan.

Bi dirêjî ya temenê 14 saliyê Şoreşa Îlonê, Kurdan gelek caran dest bi danûstanan digel hukmeta Îraqê dikir û carina jî şer di navbera wan da gerim dibû. Piştî ko Partiya Beas a Erebî bi kûdetayekê hatî ser desthilatê, lihevhatinek di navbera Kurdan û hukmetê da çêbû ko bi navê Beyana 11ê Adarê hatîye nasîn.

Ew beyan belgeyeka dîrokî bû ko xebata Kurdan pêngaveka dî ber bi pêşve bir û di belgename anko dokomenteka hukmetê da bi awayekê fermî imanê Kurdî wekî zimanê fermî yê herêmeka otonoma Kurdî hat nasîn.

Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê pardarî di Şoreşa Îlonê de kir. Ji bo cara pêşîn hemî çîn û texên civaka kurdewarî pişikdarî şoreşê bûn û navê Kurdan li seranserî cîhanê belavbû.