Barzanî bi helkefta cejna Qurbanê peyam da!

Barzanî bi helkefta cejna Qurbanê peyam da!

01:17:15

 

Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi helkefta cejna Qurbanê peyamek pîrozbahiyê belav kir û ragihand, berxwedana gelê Kurdistanê dê bi encam bibe.

Serokê Her3ema Kurdistanê bi helkefta cejna Qurbanê, ku sibê ye, peyamek belav kir. Barzanî di peyama xwe de pîrozbahî li malbatên şehîdan, birîndaran, hêzên Pêşmerge û tevahiya hêzên ewlehiyê yên Kurdistanê kiriye.

Peyama Barzanî wiha ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan,

Bi helkefta hatina cejna pîroza Qurbanê ve pîrozbahiyê li xelkê Kurdistanê û hemû musilmanên Iraq û cîhanê dikim. Pîrozbahiyê li malbatên serbilindên şehîdan dikim ku bi xwîna azîzên xwe azadî û rûmeta welatê me parastiye. Pîrozbahiyê li birîndarên şerê dijî terorîstên DAİŞ dikim û hêviya başbûn û aramiyê ji bo wan dixwazim. Her bi vê helkeftê ve pîrozbahiyê li hemû Pêşmergeyên qehreman dikim ku li sengerê bergirîkirina li rûmeta gel û axa niştîmanin û destxweşiyê jî li hêzên asayîş dikim ku bi bê westan erkê parastina aramî û asayîşa xelkê bi başî encam dane.

Bi pêwîstî dizanim vê helkefta pîroz li Haciyên Kurdistan û rêbiwarên malê xweda pîroz bikim û ji xwedayê mezin hêvîdarim hec û îbadeta wan qebûl bike. Hêvîdarim cejna pîroza Qurbanê bibê cihê nemana yekcarekî ya terorîstan û hizra tundrewiyê û hemû koçber bi serbilindî vegerin ser mal û warên xwe û aştî û pêkvejiyan û lêborîn li Kurdistan û navçeyê de kûrtir bibê û dawî bi êş û kêşeyan bê.

Spasî xweragirî û tehemula hemwelatiyan û hemû çîn û tuwêjên Kurdistanê dikim û li wê yekê bawerim xweragirî û berxwedana wan li beranber girift û kêşeyan encama xwe dibê û paşarojeke geş li benda gelê meye.

 

Cejna we pîroz û hêviya şadî û bexteweriyê ji bo we dixwazim

 

Mesûd Barzanî

11.09.2016