Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka tê Hewlêrê!

Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka tê Hewlêrê!

11:52:04

 

Rojava News: Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken serdana Iraqê û Kurdistanê dike û bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re dicive.

Wezareta Derve ya Amerîkayê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand, ku Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Antony Blinken dê serdana Iraqê û Herêma Kurdistanê bike.

Li gorî daxuyaniyê, serdana Antony Blinken dê 2 rojan dom bike û dê bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Serokê Herêma Kurdistanê re hevdîtinan pêk bîne.

Blinken herwiha dê bi berpirsên pilebilind ên leşkerî yên Amerîka yên li Iraqê re jî bicive û bi wan re derbarê alîkarî û piştevaniyên Amerîka bo hêzên ewlehiyê yên Iraqê gotûbêj bike.