00:04:20
Rojava News: Gireva birçîbûnê ya endam û alîgirên ENKS li bajarê Qamişlo bo protestokirina girtina serkirde û endamên partiyên endamê ENKSê berdewam bû û îro derbasî roja xwe ya sêyemên bû.
Encumena Xwecihî ya Encumena Nişîtmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) li rojhelatê bajarê Qamişlo ji 3 roj berî niha ve, yanî ji roja yekem a Cejna Qurbanî ve dest bi gireva birçîbûnê kiriye.
ENKSê ragihandiye, armanca wan ji birêvebirina wê gireva birçîbûnê çêkirina guvaşan li ser Rêveberiya Xweser a bi ser PYDê, da ku girtiyên siyasî yên ENKSê ji zindanên Asayişa Cizîrê berde.
Li gorî agahiyan, îro di roja sêyemîn a gireva birçîbûnê de, hejmarek ji welatî û partiyên siyasî û kesûkarên girtiyên ENKSê serdana cihê girevê kirin û piştgiriya xwe ji bo beşdaran nişan dan.
Hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser a bi ser PYDê, nêzîkî mehek berî niha dest bi girtina çendîn serkirde, kadro û çalakvanên ENKSê li Cizîrê kir.
Girtina wan serkirde, endam û çalakvanên ENKSê piştî girtin û dûrxistina Îbrahîm Biro, Serokê ENKSê hat.
