11:51:03
Rojava News: Mesûd Barzanî, serok ê Herêm a Kurdistanê, ragehand pêdivîye rêkkevtinek a berdem bo kontirolkirin a Mûsilê û hişdarî jî dide ku heke rêkkevtinek a sîyasî nebe, şerr ê rizgarkirin a Mûsilê jî nabe.
Di dîdarekê de li gel rojnameya Le Monde Firansayî, Barzanî li ser pirs a şerr ê Mûsilê ragehand: Heya niha hêzên Pêşmerge, Hêz ên Îraqî û çekdar ên dever ên Sûnneyan pişkdarîyê dikin, lê bo pişkdarî ya Heşd a Şeibî, divê pirs ji xelk ê deverê bê kirin. Herweha Barzanî da xuyanikirin ku Pêşmerge naxwaze biçe nav Mûsilê û heke biçe jî têde namîne.
Barzanî li ser pişkdarîkirin a supayê Turkîyayê aşkera kir ku supayê Turkîyayê pişkdarîyê di operasyûn a rizgakirin a Mûsilê nake.
Li ser encamdan a referandomê û arîşe yên sîyasî yên hindûr Herêma Kurdistanê, Barzanî got: Pirsa referandomê û serxwebûn a Kurdistanê peywendî bi arîşe yên hindûrî yên partiyan ve nîne û ev herdû pirs nabe ji hev bihê cuda kirin.
