11:50:37 AM
RojavaNews: Duh roja pêncşemê 15 . 9 . 2016 , wezîrê derva yê Holandayê Bêrt Kondêrz pêşwaziya şanda Encûmena Niştimanî ya Kurd kir, bi serokatiya serokê ENKS Ibrahîm Biro û li gel serokê komîta têkiliyên derva ya ENKS Kamîran Hajo .
Di hevdîtinê de Şanda ENKSê behsa rewşa Sûriyê bi giştî û Kurdistana Sûriyê bi taybetî kirin, herwiha Kiryarên PYDê di derheqê Endamên ENKSê de , herweha tekez li ser vegera Pêşmergyên Roj ji bo parastina herêmên Kurdî li Kurdistana Sûriyê kirin.
Ji aliyê xwe ve wezîrê derva yê Holandayê Bêrt Kondêrz tekez kir li ser berdewamiya peywendiyên wan bi ENKSê re .
