23:44:33
Rojava News: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nçîrvan Barzanî pîrozbayî li keça Kurd a Êzidî Nadiye Murad kir û piştgiriya xwe û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jê re ragihand.
Bi boneya destnîşankirina wê weke Balyozê Niyetpakiyê yê Netewên Yekbûyî (NY) li Iraqê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de bi germî pîrozbayî li Nadiye Murad kir.
Nêçîrva Barzanî di peyama xwe de kêfxweşiya xwe li hember diyarkirina Nadiye Murad weke Balyozê Niyetpakiyê yê NY tîne ziman.
Serokwezîr Barzanî herwiha vê pêngava NY, weke nîşaneya hevsozî û piştgiriya civaka navdewletî bo Kurdên Êzidî bi nav kir û da xuyakirin, diyarkirina Nadiye Murad weke Balyozê NY di heman demê de cihê şanaziyê bo hemû Kurdên Êzidî û Kurdistaniyan e.
Barzanî herwiha hêvî kir, ku erkê nû yê Nadiye Murad bibe piştgiriyek bo hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û dostên Kurdên Êzidî, da ku cenosîda DAIŞê li hember Kurdên Êzidî û pêkhateyên din ên olî û netewî pêk aniye, ji aliyê civaka navdewletî ve bi fermî were naskirin.
