11:09:03
Rojava News: Hat ragihandin ku 15 deverên li navçeyên Qerebaxan,Xulaman, Dep û Paloyê yên Elezîzê wek herêmên ewlehiya taybet ên demkî hatin ragihandin.
Walitiya Elezîzê ragihand ku"15 deverên navçeyên Qerebaxan,Xulaman, Dep û Paloyê ji ber operasyonên di çarçoveya têkoşîna li dijî terorê tên meşandin de û ji bo parastina can û malê welatiyan, ji 17 Îlonê heta 1ê Cotmehê wek deverên ewlehiya taybet hatin ragihandin.
Herwiha di daxuyaniyê de hat ragihandin ku derbasbûna bê destûr fermandarê milkî ya hinek deverên navçeyên navborî welatiyan, hatiye qedexekirin.
